Di salekê de 160 kolberên Kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin

Nûnerê Mihabadê di parlemantoya Îranê de Celal Mehmûdzade ragihand, tenê di sala bûrî de 160 kolberên Kurd bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Mihabadê di parlemantoya Îranê de Celal Mehmûdzade ragihand, tenê di sala bûrî de 160 kolberên Kurd bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin.

Hevdem, malpera “Hingaw” a pirsên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir, tenê di meha bûrî de 5 kolberên Kurd bi destê hêzên Îranî hatine kuştin û 14 kolberên din jî birîndar bûne.

Wê malperê diyar kiriye, piraniya kolberên bûne qurbanî ji navçeyên Serdeşt, Şino û Pîranşarê ên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Herwiha di du mehên bûrî de rêjeya qurbaniyan li sînorê Ormiye, Sine û Kirmanşanê yê bi Başûrê Kurdistanê re bi awayekî berçav zêde bûye.

Ev di demekê de ye, ku berî demekê parlemanto û hikûmeta Îranê biryara rêkxistina kolberiyê dabû û soza parastina kolberên ku moletên wan hene jî dabû.

Nûnerê Mihabadê di parlemantoya Îranê de Celal Mehmûdzade ji K24ê re ragihand, tenê di sala bûrî de 160 kolberên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê û teqekirina rasterast hatine kuştin.

Ta niha ti aliyekî ewlekarî û siyasî yê hikûmeta Îranê li hember kuştina kolberan helwest negirtine, lê li parlemantoyê pirsa kolberan bi germ dibe, lê niha ti biryar jê derneketiye.