Bexda fermana xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê derxist

Wezareta diraviya Iraqê biryar da, ku mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistan û hêzên Pêşmergên Kurdistanê bên xerckirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta diraviya Iraqê biryar da, ku mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistan û hêzên Pêşmergên Kurdistanê bên xerckirin.

Di daxuyaniyeke nivîsgeha ragihandinê ya serokatiya Hikûmeta Iraqê de hatiye: Tevî berdewamiya pirosey hûrbîniyê ji bo em piştrast bibin, ku mûçe wê bigihêje wan kesên hêjayî ne, lê wezareta diraviya Iraqê fermana xerckirina mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistanê derxistiye.

Derbarê awayê dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û ew dengoyên belav bûne, wezareta diravî û abûrî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde dibêje: "Di serî de em sipasiya Serokwezîrê Iraqa federal û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin, ku karîn di qonaxeke dijwar de, gotûbêjeke berhemdar encam bidin û bi wê riyê mûçe ji Bexdayê bigihêje Herêma Kurdistanê, ev yek destpêkeke erênî ye. Lê birrê mûçeyên Herêma Kurdistanê bê paşeketkirin 900 milyar dinar e û bi sîstema niha ya paşeketkirinê pêwîstiya me bi 590 milyar dinar heye, lewra em bihêvî ne, Bexda li ser şandina mûçeyên mehane berdewam be".

N.O