Barzanî peyamekê arasteyî xelkê bajarê Silêmaniyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro peyamek arasteyî xelkê bajarê Silêmaniyê kir û got: “Pir bi dil, bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya we dikim, duh rastiya helwesta xelkê bi rûmet ê Silêmaniyê diyar bû. Careke din we çespand, Silêmanî bajarê hilmet û qurbaniyê ye.”
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bo xelkê bajarê Silêmaniyê yê xweşewîst:
Duh rastiya helwesta xelkê bi rûmet ê Silêmaniyê diyar bû. Careke din we çespand, Silêmanî bajarê hilmet û qurbaniyê ye. Pir bi dil, bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya we dikim.