Koreya Bakur taqîkirina nukleerî û mûşekan radigire
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ragihand ku êdî pêwîstî bi taqîkirina nukleerî û mûşekan tune ye.
Ajansa Koryaya Bakur ragihand, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di daxuyaniyekê de ragihand, êdî pêwîstiya Pyongyangê bi taqîkirina nukleerî û mûşekên Ballistic ên kişwarbir nîn e.
Ev biryara Koryaya Bakur bû cihê xwehaliya Serokê Amerîkayê Donald Trump û li ser Twitterê peyamek belav kir, ku biryara Serokê Koreya Bakur ya ji bo rawestandina taqîkirina nukleerî nirxand.
Trump di peyama xwe de got: "Koreya Bakur biryar da ku hemû taqîkirinên nukleerî rawestîne û qadeke mezin ya taqîkirinê bigire. Ev ji bo Koreya Bakur û cîhanê nûçeyeke pir baş e, pêşketineke mezin e! Li benda lûtkeya me dimînim."
Berî demekê Koşka Spî ragihandibû, eger e lûtkeyek di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di meha Gulanê ya destpêka Hezîranê de lidar bikeve.
S. B