Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba rewşa Sûriyê û şerê DAIŞê guftûgo dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokê Tevgera Teyar El –Xed a Sûrî Şêx Ehmed Cerba civiya û şer û pevçûnên di navbera grûpên cuda ên Sûriyê û rêjîma Sûriyê û teroristên DAIŞê de guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên siyasî yên navçê û û şer û pevçûnên di navbera grûpên cuda ên Sûriyê û rêjîma Sûriyê û teroristên DAIŞê de û karesatên mirovî û destêwerdana derveyî hatin guftûgokirin.

Şêx Ehmed Cerba bi navê xwe û tevgera xwe pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji bo kandîdkirina wî wek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast û tekezî li bihêzkirin pêwendiyan kir.

Di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bîr û nerînên xwe li hember pêşhat û bûyerên navçê û bi taybetî yên Sûriyê xiste rû û hana tevahiya aliyên pêwendîdar da ku kedên xwe bikin ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji wê rewşê re, ku hemû alî hest bi hebûn û rola xwe di rêvebirina welat û biryarên siyasî de bikin.

S. B