Hevpeymaniyê firokeyeke din a Sûriyê anî xawrê

Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke din ya rêjîma Sûriyê anî xwarê, ku bombeyek bi hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) barandibû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke din ya rêjîma Sûriyê anî xwarê, ku bombeyek bi hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) barandibû.

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir ku, wê firokeyeke bê firokvan a Sûriyê bombeyek bi ser hêzên wan yên li ser axa Sûriyê dimînin barandiye, lê ew bombe neteqiya ye. wan jî di encamê wî karî de ew firoke anîne xwarê.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê aşkere kir, ku ew firoke bê firokevan bû û ji curê Şahid 129 bû û li Îranê hatiye çêkirin.

Tê zanîn ku berî du rojan Hevpeymaniya Navdewletî firokeyek Sûrî li başûrê rojavayê Reqa anîbûn xwarê, vê yekê jî karvedaneke tund ji aliyê Rûsyayê bi xwe anîbû.