Şandeke YNKê jî gihîşte Bexdayê

Bi armanca hevdîtina li gel aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta nû, şandeke YNKê gihîşte Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca hevdîtina li gel aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta nû, şandeke YNKê gihîşte Bexdayê.

Li gor daxuyaniya Polîtboruya Siyasî ya YNKê şandeke bilind bi serokatiya berpirsê Desteya Kargêriyê Mele Bextyar û endametiya Rizgar Elî, Xalid Şiwanî, Firyad Rewandozî û Sedûn Feylî pêk tê.

Medyaya wê patiyê aşkere kiriye, di wê serdanê de şandê ligel her yek ji Muqteda Sedir, Heyder Ebadî, Nûrî Malîkî, Emar Hekîm, Hadî Amêrî, Osama Nuceyfî û hin aliyê Sune hevdîtinan dike.

Serdana şanda YNKê du rojan didome di wê serdanê de çendîn hevdîtin derbarê encamên Helbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê pêk tên.

Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê di 12ê Gulanê de, hevdîtin û guftûgo di navbera lîsteyên serketî de ji bo avakirina hevpeymaniyên nû ji bo avakirina hikûmeta nû dest pê kirine.

Serdana şanda YNKê di demekê de tê, duh îro, şandeke bilinda PDKê jî bo heman armancê serdana Bexdayê kiribû.

 

S. B