TEVDEM: Em bê gerentî gotûbêjan bi Hikûmetê re nakin

Aldar Xelîl: Qunaxa niha ya di anavbera me û rêjîma Sûryê de, ya danûstendinan e û hîn em derbasî qunaxa gotûbêjan nebûne. Danûstendin ji gotûbêjan an ku diyalogê cuda ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl ji rojnameya El-Exbar ya Lubnanî re ragihand, ku ew ti carî bê gerentî gotûbêjan bi Hikûmeta Sûryê re nakin.

Aldar Xelîl diyar kir, ku qunaxa niha ya di anavbera wan û rêjîma Sûryê de, ya danûstendinan e û hîn ew derbasî qunaxa gotûbêjan nebûne û got: Danûstendin ji gotûbêjan an ku diyalogê cuda ye.

Xelîl got jî: Di qunaxa gotûbêjan de, gerentî giring in û bêyî hebûna gerentiyan, em dest bi gotûbêjan nakin û hîn qunaxa danûstendinan di navbera me û rêjîmê de, zelal nebûye.

Navhatî derbarê helwesta Amerîka ji wan danûstendin got: Amerîka destwerdanê di vê pirsê de nake û ew piştevaniya her çareyekê ye ku bi riya lihevkirinê be.

Hevserokê TEVDEMê derbarê Efrînê jî got: Di qunaxa dahatî de, wê guhertinên erênî li çêbibin û ew guhertin wê alîkar bin ji bo vegerandina Efrînê.

N.O