Dadgeha Tirkiyê serbestberdana keşeyê Amerîkî red kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro Dadgeha Sizayên Giran a Sêyem li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê, ji bo cara sêyem, serbestberdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson red kir.
Berî niha jî, Dadgeha Sizayên Giran a Diwem a Izmîrê, serbestberdana keşeyê navhatî û rakirina qedexeya derketina wî ya derveyî Tirkiyê red kiribû.
Dadgeha Tirkiyê ragihand, ku pêwendiyên Andrew Brunson bi alîkarîkirina Tevgera Gulen û PKK re heye û ew bi encamdana karên sîxuriyê jî tometbar kiriye.
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Amerîka wan tometên li ser Brunson red dike û daxwaza berdana wî ya rasterê dike.
Piştî ku Tirkiyê ew daxwaza Amerîka red kir, îdara Amerîkî sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û çaverê ye, piştî ev biryara Dadgeha Tirkiyê, îdara serokê Amerîka Donald Trump, sizayên bêtir li ser Enqerê bisepîne.
Girêdayî heman mijarê, îro serokê Amerîka li ser Twitter a xwe nivîsand: Ev çendîn sal in Tirkiye mifayê ji Amerîka werdigire, niha jî keşeyê me yê baş desteser kiriye, îro ez dibînim ku pêwîst e ji wî bixwazim ku wek dîlekî niştimanî mezin nûneratiya welatê me bike.
Herwiha Trump dibêje: Em bermaberî serbestberdana wî zilamê bêtawan tiştekî nadin Tirkiyê, lê heger Tirkiyê wê serbest bernede, wê pêwendiyên me li gel Enqera aloz bibin.
N.O