Erdhejekê .. Bi hezaran xewn beravêtî kirin

Li gor dawî amarên erdheja Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 632 kesan canê xwe jidest dane û zêdetir ji 7 hezar û 817 kesî jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dawî amarên erdheja Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 632 kesan canê xwe jidest dane û zêdetir ji 7 hezar û 817 kesî jî birîndar bûne.

Medyayê Îranî belav kirin, qurbaniyên erdheja parêzgeha Kirmanşanê her diçe zêde dibe û piştî geran û pişknîna xanî û avahiyên rûxandî, termên qurbaniyan tên dîtin û hejmara birîndaran zêde dibe, ta niha jî xelkek di bin xaniyên rûxandî de mane û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor zanyariyan, hîna vekirina mal û avahiyên rûxandî berdewam e û gelek kes jî bê ku amara mirina wî bê ragihandin, tên veşartin, ji ber wê amareke bi hûrî li ber dest nîn e û tê pêşbînîkirin hejmara qurbaniyan ji ya tê ragihandin zêdetir be.

Xelkê navçeyên ku ziyan gihêştinê rexne li desthilatên Îranê digirin, ku wek pêwîst nikariye hevkariya xelkên ketine ber ziyanê bike û rê jî nade welatên din alîkarî û hevkariyan wan navçeyan.

Erdheja roja 12 Mijdarê ku li parêzgeha Kirmanşanê û navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê rû daye, ziyanîn mezin jê encam dan, lê ziyanên parêzgeha Kirmanşanê gelekî mezin bû, ku heta niha piraniya gundên Kirmanşanê pirsgirêkên bê av, xwarin û kehrebe mane.

Erdheja bi tundiya 7.3 pileyên Rîxterê û bi kûrbûna 32 K.M, navçeyên sînorî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand, li Derbendîxan û Germiyanê jî bû sedema mirina 8 kesan û birîndarbûna 321 kesî. Herwiha hejmarek ji xanî û avahiyan hatin rûxandin.

Dezgehên pêwendîdar bi çavdêriya erdhejan amaje bi wê dikin, piştî wê erdheja bihêz, 150 erdhejên biçûk li parêzgeha Kirmanşanê rû dan.