Firokeyên Israîlî dîsa êrîşî Sûryê kirin û 9 serbazên Îranî kuştin

Li cihê êrîşa Israîlî, çekdarên Hizbullaha Lubnanî û milîsên Îranî mezintirîn bingeha serbazî ava kiribûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansên nûçeyan yên Erebî, ji ser zimanê jêderên pizîşkî li nexweşxaneya navendî ya bajarê Himsê ragihandin, ku di encama bordûmana firokeyên Israîlî de, li ser firîngeha serbazî ya Deb`a li gundewarê rojavayê Himsê, 21 serbaz hatin kuştin û di nav wan de, 9 serbazên Îranî hene.

Heman jêderan diyar kirin, ku firokeyên cengî yên Israîlî, Pêncşemê bi şevê, êrîşî embarên çekan û ketîbeya berevaniya ezmanî li nav wê firîngehê kirin, ku çekdarên Hizbullahê û milîsên Îranî mezintirîn bingeha serbazî têde ava kirine.

Li gorî jêderên xwecihî, bi awayekî heftane, firokeyên Îranî yên barkirî bi keresteyên serbazî û xwarinê, li firîngeha serbazî ya Deb`a dadikevin.

Derbarê wê êrîşê, heya niha Hikûmeta Israîlî ti daxuyaniyek nedaye, lê di dema dawî de, êrîşên Israîlî li dijî hêz û milîsên Îranî li nav axa Sûryê zêde bûne, di roja 10ê vê mehê de jî, artêşa Israîlî bi mûşekan, êrîşî embarên çekan û navendeke radarê û hin bingehên serbazî yên hêzên rêjîma Sûryê li derdora Şamê kir û li devera Qisêr jî, artêşa Israîlê êrîşî bingehên Hizbulaha Lubnanî kir.  

N.O