Amerîka: Çekên me ketine destê milîsên ser bi Îran ve li Iraq

Berpirsên Amerîkî: Alîkariyên serbazî yên Amerîkî ji Iraqê re, ketine destê milîsên Îranî de, vê yekê hiştiye ku Îranê li navçeyê bihêz bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji berpirsên pile bilind yên Amerîkî mikur hatin ku çekên wan ketine destê milîsên ser bi Îran ve li Iraq, wan berpirsên Amerîkî dilgiraniya xwe dan xuyakirin ku çekên wan ketine destê çekdar û milîsên şî'e yên ser bi Supaya Pasdarana Îranê ve, ku Amerîka ew rêxistin derbasî nav lîsta terorê kiriye. Hevdem mana berpirsên îdara berê ya Amerîka di îdara niha ya Trump de, wek sedema şikistina siyaseta derve ya Amerîka dibînin.

Ew berpirsên Amerîkî dest bi radestkirina belgeyên xwe kirine ji bo wezareta derve ya welatê xwe, ku niha şaştiyeke stiratîjî gellekî mezin dikin, ji ber ku ew alîkariyên serbazî yên Amerîkî ji Iraqê re, ketine destê milîsên Îranî de û vê yekê hiştiye ku Îranê li navçeyê bihêz bibe.