Di kemîneke opozisyonê de, hin serbazên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin

Li gundê Zerare li başûrê Hemayê, hejmarek ji serbazên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û hin serbazên din jî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Tevgera Ehrar El-Şam ji ajanseke opozisyona Sûriyê re ragihand, di encama vedana kemînekê de ji aliyê wan ve, li pêşya hêzên rêjîmê li gundê Zerare li başûrê Hemayê, hejmarek ji serbazên rêjîmê hatin kuştin û hin serbazên din jî birîndar bûn, ku di nav wan de hin fermande jî hebûn.

Li gorî heman berpirsî, piştî wê yekê şer di navbera herdu aliyan de çêbû.

Tevî ku di meha derbasbûyî de, herdu alî li ser rawestandina şer li başûrê Hemayê rêketibûn, lê hîn jî car bicar şer di navbera wan de diqewime.