Wezîra Bergîriyê ya Almanya: Pêwîst e hevkariya leşkerî pêşkêşî Pêşmerge bibe

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ragihand, pêwîst e çek bo Pêşmerge û hêzên din bên dayîn, ta rûbirûyî DAIŞê bibin û wê jinav bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ragihand, pêwîst e çek bo Pêşmerge û hêzên din bên dayîn, ta rûbirûyî DAIŞê bibin û wê jinav bibin.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ku duh êvarê gihîşt Herêma Kurdistanê, îro di dema serdana navendeke rahênankirina Pêşmerge de li Herlêrê konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Ursula Von Der Leyen ragihand, pêşketinên berçav li Herêma Kurdistanê bûne û ti carî efsaneya Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de ji bîr nakin.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê got jî: “Pêwîst e hevkariya leşkerî pêşkêşî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bibe, ji ber ku hîna ideologya DAIŞê maye.”

Wezîra Bergîriyê ya Almanya ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kir û berî serdana îro, di Sibata îsal de jî serdana Hewlêrê kir.

 

S. B