Erdogan ji Fransayê re: Biçin dojehê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan rexneyên tund li welatên Rojava girtin û got, welatên rojava taybet Fransa piştevaniya terorî dike û daxwazên terorîstan ji wan re dibêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan rexneyên tund li welatên Rojava girtin û got, welatên rojava taybet Fransa piştevaniya terorî dike û daxwazên terorîstan ji wan re dibêje.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê li bajarê Sêrtê li ser welatên rojava axivî û û got: "Dema mijar Tirkiye be, behsa demokrasî, mafên mirovan û azadiyan dikin. Lê ji bo berjewendiyên xwe bi rêxistinên terorê re Hevkariyê dikin. Li Koşka Elysee pêşwaziya terorîstan dikin. Piştre jî dixwazin me şîret bikin. Welatên Rojava ji bo êrişên terorê tiştek nabêjin, lê ji bo astengkirina operasyonên me her tiştî dikin. Eger tu li ba me nebî, divê bizanî her dem ev rêxistinên terorê wê serê te biêşînin.”

Her wiha got: “Emê di têkoşîna dijîterorê de rêya xwe berdewam bikin, yên li ba me bin, ser sera, yên li dijî me bi devê terorê biaxivin re dibêjim, biçin dojehê."

Ev daxuyaniya Erdogan li dijî Fransayê piştî wê yekê tê, Fransayê Emmanuel Macron roja 28ê Adara bûrî pêşwazî li şandeke Kurd û Erebên Sûriyê kiribû û daxwaza girtina rola navbênkariyê di navbera Tirkiye û HSDê de kiribû.

Herwiha Serokê Fransayê Emmanuel Macron soza da fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzeke leşkerî bişîne Minbicê û rê li ber çûna artêşa Tirkiyê ji nava Minbicê re bigire. 

 

S. B