Haco: Rêjîm û PYDê ji roja yekem ve bi hev re ne

Kamîran Haco got jî: PYD bê merc danûstandinê bi rêjîmê re dike, bo me jî deh mercan datîne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komîta Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco radigihîne, danûstandin bi rêjîma Sûriyê re wek realîteya siyasî pê re tê kirin, lê pêşeroja vê rêjîmê li Sûriyê nîn e.  

Kamîran Haco beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê û li ser danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de û vegere rêjîmê bo Rojavayê Kurdistanê got: “Rêjîm û PYDê ji roja yekem ve bi hev re ne, rêjîmê herêmên Kurdî radestî PYDê kir û niha jî dibêje wan deveran vegerîne, ango tiştekî nû nîn e.”

Haco pirs kir jî: “Ma hêja bû ku ewqas qurbanî ji milet bêne dan û piştre PYD careke din rêjîmê bîne? Û careke din PYD çewsandinê li ser hêzên welatparêz û netewperwer wek me bike.”

Serokê Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê got jî: “PYD amade ye bê şert û merc danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bike, lê bi me re bi dehan mercan datîne.”

Tekez kir jî, danûstandin bi rêjîma Sûriyê re wek realîteya siyasî pê re tê kirin, lê pêşeroja vê rêjîmê li Sûriyê nîn e, pêşeroja Sûriyê ne mumkin e ku Sûriyayeke navendî be û di destê Elewî yan di destê Suniyan de be.

Haco tekezî li ser wê yekê jî kir, divê di Sûriyeya pêşerojê de dest bêne dabeşkirin û li gor em dibînin jî ku navê wê dabeûkirinê jî federalîzm e.

 

 

S. B