HSD: Demek nêzîk şerê me li dijî DAIŞê bidawî dibe

Fermandariya Giştî ya Operasyona Bahoza Cizîrê ya HSDê ragihand, Şerê wan li dijî DAIŞê ji aliyê leşkerî ve bidawî dibe, lê gelek şanên nivîstî yên DAIŞê hene û hîna karê wan li dijî DAIŞê wek rêxistin demdirêj e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Operasyona Bahoza Cizîrê îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, çekdarên DAIŞê di 700 metroyê çargoşe de hatiye dorpêçkirin û ew din bin agirê wan de ye.

Da zanîn, hejmarek ji şervanên HSDê wek di destê çekdarên DAIŞê de û wan heta niha karîne 10 ji wan dîlan jî rizgar bikin.

Amaje bi wê yekê kir, ji ber ku DAIŞê welatiyên sivîl wek mertalên zindî bikar tîne, ew operasyona xwe bi hêdî û baldarî birêve dibin û wan heta niha wan karîne bi hezaran welatiyên sivîl ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Fermandariya Giştî ya Operasyona Bahoza Cizîrê ragihand jî, di demeke nêzîk de ewê mizgîniya rizgarkirina Baxozê bi bidin gelê xwe û tevahiya cîhanê.

Got jî: “Şerê me li dijî DAIŞê ji aliyê leşkerî ve bidawî dibe, lê gelek şanên nivîstî yên DAIŞê hene û hîna karê me li dijî DAIŞê wek rêxistin demdirêj e.”

S. B