YNK, alîyên Erebî û Turkman daxwaza vehêlana Rakan Cibûrî dikin li posta parêzgarê Kerkûkê

Li gor belgenameyekê çend alî li ser wê yekê rêkkevtine ku Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re, heya hilbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê di posta xwe de vemîne . li 17yê evê mehê rîkkevtin li ser hinek xalan hatîye kirin û serokê firaksyonên Erebî û Turkmanî ve hatîye wajûkirin û Kakereş Sedîq jî wek nwênerê Firakisyona lîsta birayetî wajû kirîye û qibûl kirîye Rakan Cibûrî vemîne heya hilbijartina Civata Parêzgehê.

K24- Kerkûk

Azad Cebarî, endamê Civata perêzgeha Kerkûkê li ser lîsta Birayetî, ku hevdem Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)ye, bê agahîya xwe nîşan da ji wê kombûn û rêkkevtinê û wî amaje bi wê yekê kir ku ew wek endamê Civatê agahdarê wê mijarê nîye.

Herweha Awat Mehemed Emîn, ku endamê Ciuvtaêye, wî jî her bi wî awayî bê agahîya xwe nîşan da û got: berî niha min ew nivîsar dît û serê min surrmaye ka çawa mijareka weha bê agahdarîya endamên Civatê dihê encamdan. Ev biryarê ne ji desthilata Kakereş e û ne jî ti kesên din. Ev karek xirabe û zîyanê digehîne Kurd û pêdivîye posta parêzgar û hemû ew postên ku ji Kurd hatîne standin bo Kurd bihên vegerandin.

Her girêdayî evê mijarê, Ciwan Hesen, endama Civata Parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta Birayetî bi Kurdistan 24 ragehand:  Me di  mêdyayan de ev mijar bihistîye, me li gel endamên din jî yên Civatê axivtîne û pişkek ji endamên Civatê ji neteweyên din jî bi vê yekê razî nîne û qibûl nakin. Ragehand jî: ewa hatîye encamdan ne nerîna lîsta birayetîye.

Kurdistan24, çend caran hewl da peywendîyê bi Kakereş kir daku nerîna wî li ser evê mijarê wergirin lê bersiva peywendîyê neveda.

Li gor belgenameyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê  û alîyên Erebî û Turkman di caivta parêzgeha Kerkûkê de ew belgename wajûkirine li 16/4/2019 û rêkkevtine Rakan Seîd Cibûrî, wek parêzgar û cêgrirê parêzgarê Kerkûkê bi wekalet li posta xwe berdewam be heya hilbijartina Civata parêzgehê dihê encamdan.