Sedema biryara destvekişîna Demîrtaş tê nîqaşkirin

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, bi nîqaşên li ser biryara Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, girtin û sizadayîna parlementeran û hilbijartinên 2019'an lez da xebatên xwe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/69bae0e8-61f2-428a-ba7d-ab78ad5b8089/010618ZAQ.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, bi nîqaşên li ser biryara Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, girtin û sizadayîna parlementeran û hilbijartinên 2019'an lez da xebatên xwe. Di pêvajoya piştî Demîrtaş de egera destpêkirina hevdîtinên pêvêjoyeke nû, di navbera HDP ê û AK Partiyê de jî tê nîqaşkirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora got; tevî ku hevserok û siyasetmedarên me girtî bin jî; ji bo bi dawîlêhanîna aloziyan, em amade ne ligel AK Partiyê dest bi hevdîtinan bikin.

Piştî biryara Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş ku got; ez ê di kongreyê de nebim namzed, rêveberên HDP'ê ji bo polîtîqayeke nû dest bi konferans û rêzeçalakiyan kir. Çavkaniyên nêzî HDP'ê amaje dikin ku di polîtîkaya piştî Demîrtaş de amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên Îmralî-Enqere û Qendîlê jî tên kirin.

Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora got; berpirsiyariya partiyên siyasî ew e ku bi hevdîtinan, dawî li aloziyan bînin û ji bo aştî û aramiya civakê bixebitin. Dora pêvajoya çareseriyê ya ku sala 2013-2015'an wekî mînak da û anî zimên ku ew amade ne ligel AK Partiyê dîsa dest bi hevdîtinên çareseriyê bikin.

Erol Dora ji K24ê re wiha axivî: "Partiya Dad û Geşepêdanê niha desthilatdar e; ya ji me re girîng ew e ku em pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber wê yekê em dikarin bi Ak Partiyê re dîsa li ser maseya çareseriyê rûnin. Ji xwe pêvajoya çareseriyê bi destê AK Partî û Ocalanî ve hatibû destpêkirin. HDP'ê jî di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke katalîzor hilgirt ser xwe. Em dîsa ji bo berpisiyariyeke wisa amade ne."

Ji ber têkçûyîna pêvajoya çareseriyê, rayedarên desthilardariya AK Partî, HDP û Qendîlê hev û din tawanbar dikin. Li gorî daxuyaniyên çavkaniyên nêzî HDP'ê, di pêvajoya ber bi hilbijartinên 2019'an de dibe ku AK Partî û HDP dest ji tawanbarkirina hev û din berdin û li ser hin mijaran tifaqekê bikin. Lê Parlementerê HDPê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan wekî parlementer Erol Dora nafikire dibêje; ew dixwazin bi rêbazên aştiyane meseleya Kurd çareser bikin, lê bi kiriyarên halêhazir, AK Partî ji vê egerê dûr e.

Mehmet Alî Aslan got: "Ji destpêkê ve em dibêjin divê vegerin ser maseyê aştiyê. Geşedanên li Rojava, Sûrî, Iraq û Îranê û bûyerên civakî yên li derdora Tirkiyeyê, girîngiya destpêkirina diyalog û aştiyê bi Kurdan re radixe ber çavan. Lê Enqere vê yekê nabîne û berovajî; tehrîk dike."

Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di sala 2015'an de xwestibû ku dest ji hevserokatiya HDP'ê berde lê wê demê ji aliyê rêveberên partiya xwe ve hatibû qanihkirin ku hevserokatiya xwe berdewam bike. Demîrtaş di Adara 2015'an ji Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdoran re gotibû; ' em ê nehêlin tu bibî serok' . Li gorî amajeyên hin çavdêrên siyasî, sedema biryara Demîrtaş a destjêberdana ji hevserokatiyê, bi vê gotinê ve jî girêdayî ye û zext lê hatine kirin. Her wiha sedemên paşperdeyî yên vekişîna Demîrtaş dê di demên pêş de aşkeratir bibin bê ka gelo ev biryara vekişînê, biryara wî ye, yan ji ber zextên hikûmet û Qendîlê ye.