Wezîra Dadê ya Îsraîlê: Piştevaniyê li damezrandina dewleta Kurdistanê dikin

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Shaked ragihand, Îsraîl piştevaniyê li damezrandina dewleta Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Shaked di konferanseke taybet bi rûbirûbûna terorê de li Til Avivê ragihand, Îsraîl piştevaniyê li damezrandina dewleta Kurdistanê dike.

Rojnameya Haaretz a Îsralî ragihand, şêwirmendê berê yê Donald Trump Sebastian Gorka di konferansê de amade bû û tê de Wezîra Dadê ya Îsraîlê amaje bi wê kir, berjewendeye mezin ya Îsraîl û welatên rojava ji damezirandina dewleta Kurdistanê ya serbixwe heye.

Li gor rojnameyê, Ayelet Shaked gotiye: “Di baweiya min de, niha dema wê hatiye ku Amerîka piştevaniyê li proseyê bike.”

Her çend e, Bexda û welatên herêmê û Amerîka daxwaza paşxistina referandûmê ji Herêma Kurdistanê dikin, lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew daxwaz red kirin û ragihand, referandûm bi biryara take kesekî bipaş nake, belkû mafekî yasayî û rewa yê gelê Kurdistanê ye û ew prose di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.

Di meha borî de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştevaniya xwe bo damezrandina dewleta Kurdistanê derbirî.

Wê rojnameya Îsralî nivîsiye jî, Kurd li Sûriye, Iraq, Tirkiye, Îranê hene û mezintirîn netew e ku bê dewlet e.