Asayişa Girê Spî endamekî PYKS binçav dike

Asayîşa li Rojavayê Kurdistana endamê Komîta Xwecihî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Cuma Bavê Awaz ji gundê Bexdek li bajarê Girê Spî binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayîşa li Rojavayê Kurdistana endamê Komîta Xwecihî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Cuma Bavê Awaz ji gundê Bexdek li bajarê Girê Spî binçav kir.

Peyamnêrê K24ê ragihand, Asayîşa Girê Spî endamê Komîta Xwecihî ya PYKS Cuma Bavê Awaz ji mala mirovekî wî dema sersaxî ji bavê şehîdekî re dixwest û beşdarî di taziyê de dikir li gundê Bexdek li bajarê Girê Spî binçav kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê,  Cuma Bavê Awaz li Tirkiyê dijî û bi serdanekê hatiye gundê xwe yê ser bi bajarê Girê Spî, da ku karûbarên xwe bi rê ve bibe.

Demek e hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve dest bi girtina serkirde û endamên ENKSê û partiyên di nava wê de kiriye, ku endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulahendamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso,  endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.