Vê care aloziya Tirkiye ligel Kanada

Di nasandina Serfermandarê lêşkerî yê Tirkiye Hulusi Akar de, wêneyê wî ji 17ê Tîrmeh a 2016an, du roj piştî hewla kodeteya serbazî hatiye bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nasandina beşdarên di Foruma Ewleyî ya Navneteweyî ya Halifax li Kanada de, Tirkiye dibîne ku kiryarek dijminane ya din hemberê Tirkiye hatiye pêkanîn.

Di nasandina Serfermandarê lêşkerî yê Tirkiye Hulusi Akar de, wêneyê wî ji 17ê Tîrmeh a 2016an, du roj piştî hewla kodeteya serbazî hatiye bikaranîn. Di qirka Akar de nîşana werisê li qirka wî hatî pêşandin xuya dike.

Wezîrê Tirkiyê ji bo karûbarên Yekîtiya Ewrûpa Omer Çelik, ev yek wekî skandalek binavkir. Got, ev kiryar wekî yên rêxistina terorî ya FETO ne…