“Amerîka û Tirkiyê derbarê Sûriyê de hevahengiyê dikin”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Amerîka li ser hemû pirsên girêdayî bi ewlehiya Tirkiye û bakurê Sûriyê ne, bi Enqerê re hevahengiyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Amerîka li ser hemû pirsên girêdayî bi ewlehiya Tirkiye û bakurê Sûriyê ne, bi Enqerê re hevahengiyê dikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino bersiva pirsa peyamnêra K24ê li Washingtonê Laurie Mylroie derbarê helwesta Amerîka ji egera êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê da û ragihand, her gefek li ser ewlehiya Tirkiyê hebe, Amerîka pabend e ku hevahengiyê bi Tirkiyê re bike.

Robert Palladino got: “Amerîka û Tirkiye li ser pirsa Sûriyê hevahengî kirine û bi taybet pirsên ku bandora wan li ser ewlehiya Tirkiyê û bakurê Sûriyê hene. Bêgûman her wek hûn dizanin hêzên Amerîka bi armanca jinavbirina DAIŞê li navçê ne û pêşveçûnên mezin hebûn. Lê hîna erkê me bidawî nehatiye, Serok Trump û Serok Erdogan ev pirs di çarçova pêwendiya telefonî de behs kirin, her du alî jî pabend in ku hevahengî derbarê her êrîşekê ku rûbirûyî Tirkiye û navçê bibe, hebe.”

Li ser pêwendiyn Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “HSD hevpeymaniyeke girîng ê me ye di şerê DAIŞê de û armanca me ji HSDê ji bo piraniya grûpên li Sûriyê ne jî heman tişt e, ku beşek bin ji guhartinên rîşeyî li Sûriyê bin.”

Demeke Tirkiye gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê çemê Firatê dixwe, duhî jî Nûnerê Amerîka ê taybet bo Sûriyê James Jeffrey li Washingtonê bersiva gefên Tirkiyê yên derbarê encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê da û tekez kir, êrîşa Tirkiyê karekî baş nabe û dê encameke xirap jê derkeve.

  

 

S. B