Diyarbekir.. Ji ber kuştina ciwanekî Kurd 2 polîs hatin binçavkirin

Polîsên Tirkiyê, duh li parkeke Diyarbekirê ciwanê Kurd bi navê Receb Hantaş kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên Tirkiyê, duh li parkeke Diyarbekirê ciwanê Kurd bi navê Receb Hantaş kuştin.

Rêveberiya ewlekariya Diyarbekirê, duh dabû xuyakirin, li ser agahiya ku li parkê du kesên biguman hene, operasyon encam dane û dema xwestine birevin hatine kuştin.

Piştî bûyerê, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, derbarê du polîsan de lêpirsîn vekir û bi daxwaza zîndanîkirina wan ji dadgehê kir.

Parêzgariya Diyarbekirê jî dest bi lêpirsîna îdarî kir.

Ciwanê Kurd Recep Hantaş di sala 1999ê li navçeya Lice jidayik bûye. Piştî ku termê Recep Hantaş bo Tipa Adlî ya Nexweşxaneya Diyarbekirê hate rakirin û di nav dorpêça polisan de û tevlêbûna tenê dayik û bavê wî hat veşartin.

 

S. B