Hejmarek ji çekdarên li Efrînê dizî kirine hatine girtin

Peyvdarê bi navê eşîreyên Erebên Neynewayê Muzahim El-Hiweyit ragihand, eşîreyên Erebên Sûriyê hejmarek ji çekdarên ku mal û samanên xelkê Efrînê talan kirine, desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bi navê eşîreyên Erebên Neynewayê Muzahim El-Hiweyit ragihand, eşîreyên Erebên Sûriyê hejmarek ji çekdarên ku mal û samanên xelkê Efrînê talan kirine, desteser kirin.

Peyvdarê bi navê eşîreyên Erebên Neynewayê Muzahim El-Hiweyit ji K24ê re got: “Me eşîreyên Ereb ên li Sûriyê agahdar kirin, bi taybet ewên li Efrînê ne û derbarê talankirin û dizîna mal û milkên Kurdan me hemû berpirsatî xiste stûyê wan. Me ji wan daxwaz ji Serokê Eşîreyên Erebên Sûriyê kir ku binpêkirinê li hember ti netewek, olek û mezhebekê nekin.”

Peyvdarê bi navê eşîreyên Erebên Neynewayê diyar kir, “Piştî me name ji wan re şandin, wan dest bi lêkolînê kirin û hejmarek kesên ku malên Kurdan dizî ne desteser kirin û dan dadgehê. Herwiha hin kelûpelên welatiyan hatin vegerandin û hevrêzî jî bi wan eşîreyan re berdewam dibe.”

El-Hiweyit got jî: “Em wek eşîreyên Ereban em rê nadin binpêkirin li hember Kurd bê kirin. Me daxwaz ji eşîreyên Ereban kir jî, ku biratiya Kurd û Ereban biparêzin. Wek çawa Serok Mesûd Barzanî derî ji Ereban re vekirîye û ew parastine.”

Duhî, û piştî du mehan ji êrîşa li ser Efrînê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn. Jêderên taybet ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandibûn jî, ku çekdarên mîlîşyayên Sûrî dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan "AFP" jî wêneyên çekdarên mîlîşyayê Sûrî ji nava bajarê Efrînê belav kirin, tê de diyar dibe ku ew çekdar mal, dikan û otombîlên xelkê Efrînê didizin.

 

S. B