PDK û Goranê pirsa referandûm û aktîvkirina parlemento gotûbêj dikin

PDK û Tevgera Goranê bo gotûbêjkirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoya Kurdistanê li Silêmaniyê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê bo gotûbêjkirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoya Kurdistanê li Silêmaniyê dicivin.

Endamê Jûra Rojnamevanî ya Tevgera Goranê Erkan Reûf ji K24ê re ragihand, di civîna îro ya PDK û Goranê de guftûgo li 5 xalên ku berê Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de bo çareserkirina pirsgirêkan ragihandibûn, tên kirin.

Berî demekê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de helwesta partiya xwe derbarê referandûm û aktîvkirina parlementoyê de ragihand, Tevgera Goranê daxwaza paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê kiribû.

Li gor Erkan Reûf, ti mercên Tevgera Goranê bo çareserkirina pirsgirêkan nînin, ewê heye projeyek e.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ji malpera fermî ya partiya xwe re ragihandibû, di civînê de destpêkê rêkeftin li ser karnameya civînê tê kirin, piştre ew xal yek bi yekê tên gotbêjkirin.

Aşkere kir jî, şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endametiya Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Cafer Îbrahîm, Izedîn Berwarî û Rêbwar Yelda dibe.