Mewlûd Bawemurad: Niha firîngehên Herêma Kurdistanê venabin

Bawemurad: Hikûmeta Herêma Kurdistan amade ye li ser hemû pirsan diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bike, lê heya niha Iraq bersiv neda ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê veguhestina Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawemurad, red kirk u di van nêzîkan de firîngehên Herêma Kurdistan bên vekirin.

Mewlûd diyar kir, ku heya niha ti danûstandinek ji bo çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de nehatiye kirin û tevahiya ew daxuyaniyên behsa vekirina firîngehan dikin bê bingeh in.

Bawemurad got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistan amade ye li ser hemû pirsan diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bike, lê heya niha Iraq bersiv neda ye.