Rûsya barekî din ji mûşekên berevaniya esmanî dişîne Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya barekî din ji sîstema mûşekan a berevaniya esmanî “Pantsir-S1” li Sûriyê bicih dike.
Rojnameya “Kommersant” a Rûsî ji jêderekî dîplomasiyekî belav kir, Rûsya bareke din ji sîstema berevaniya Esmanî ji cura “Pantsir-S1” radestî Sûriyê kiriye û di hefteya bûrî de gihîştibû bendera Tertûsê.
Herwiha wî jêderî tekezî li ser raportên ku behsa radestkirina sîstema S 300 jî ji bo Sûriyê jî kir.
Sîstema mûşekên “Pantsir-S1” a berevaniya esmanî ji cura mûşekên kurt û mamnavend avêj e, Rûsya wê sîstemê ji bo berevaniya li her du binkeyên xwe leşkerî li Tertûs û Himêmîmê bikar tîne.
Jêderên ji Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê berê aşkere kiribûn, ku Rûsya ji 36 ta 40 mûşekî ji wê sîstemê radestî hêzên Sûrî kiribû.
Roja 14ê vê mehê û piştî êrîşa sêalî ya Amerîka, Brîtanya û Fransa li ser Sûriyê, berpirsên Rûsî behsa şandina sîstema berevaniya esmanî S 300 bo Sûriyê dikirin, lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Moskoyê hîna biryara dana S 300 bo Sûriyê nedaye.
S. B