Serok Barzanî û Serokê êla Şemmer pirsa teror û meşextan gotûbêj kirin

Di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û karkirin ji bo pêkve jiyanê di navbera pêkhatan de û nehiştina şûnwarên hizra tund û terorê, hat gotûbêjkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesatiya navdar a Iraqî û serokê êla şemmer (Şêx Ebdella Icêl Yawer El-Şemerî) kir.

Di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û karkirin ji bo pêkve jiyanê di navbera pêkhatan de û nehiştina şûnwarên hizra tund û terorê, hat gotûbêjkirin.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, ku di wê dîdarê de jî, behsa rewşa meşextan û piroseya vegerandina wan kesan hat kirin, ku bi sedema hatina terorîstên DAIŞê ji cî û warên xwe reviya bûn.

N.O