Dema serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê hat diyarkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Encûmena Bilind a Referandûmê bidawî bû û biryar hat dayîn ku roja Duşemê 14 vê mehê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
Nûnerê Pêkhateya Tirkemanan di şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê de Macid Osman ji K24ê re ragihandibû, “Di serdana me ya bo Bexdayê de ligel tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê dicivin.”
Herwiha gotibû jî: “Di civînan bi zelalî bi zelalî ji berpirsên Iraqê re dibêjin, Herêma Kurdistanê biryara serxwebûnê daye.”
Îro bi serperiştiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê civiya bû.
Encûmena Bilind a Referandûmê di civîna 7 Tebaxê de şandek pêk anî bo serdana Bexdayê bike û guftûgo li ser pirsa referandûmê bike. Şand jî ji nûnerên her yek PDK, YNK, Yekgirtû û herwiha ji nûnerên Tirkmen, Xiristiyanî û Êzidiyan pêk tê.