BBC giliyê Îranê li Neteweyên Yekgirtî kir

Dezgeha medyayî ya Brîtanyayê BBC, bi egera ku karmendên beşa farisî ya BBC di bin gefên dewleta Îranê de ne, giliyê Îranê li Neteweyên Yekgirtî (NY) kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha medyayî ya Brîtanyayê BBC, bi egera ku karmendên beşa farisî ya BBC di bin gefên dewleta Îranê de ne, giliyê Îranê li Neteweyên Yekgirtî (NY) kir.

Birêvebirê zimanên cîhanî yê BBC Tariq Kafala ragihand ku: “Iran BBC bi belavkirina agahiyên nerast û hewldanên hilweşandina desthilata Îranê tometbar dike. Ev derewek mezin a Komara Islamî ye”.

Kafala herweha anî ziman ku,“ Ev hewldanên Îranê gefek mezin hemberî azadiya medyayê ne. Ji alî din ve binpêkirina mafên mirovan e, ku malbatên karmendên beşa farisî ya BBC ketin e bin gefên dewleta Îranê de. Malbatên zêdeyî 20 karmendên beşa farisî gefên kuştinê li wan hatine kirin. Her dem malbatên wan di bin çavan de ne û xwişka karmendek beşa farisî 17 rojan hate girtin û li girtîgehê ma”.

Ji aliyê xwe ve Iran van tometên BBC red dike û beşê farisî yê BBC bi belavkirina agahdariyê derew tometbar dike.

 

C.B