Iraq: Heşda Şabî bi mûşekan êrîşî binkeyek Amerika kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Hizbullah a Iraqê ku dinav Heşda Şabî de cîh digrin, 3 mûşek avêtine binkeyek serbazî ya Amerikayê li rojavayê Enbarê.
Ligor çavkaniyek ji Heşda Şabî, ku zanyarî dane medya Iraqî, milişyatên ser bi Yekîneyên Hizbullah a Iraqê, 3 mûşek avêtine ber bi binkeya serbazên Amerikayê ku li bajarokê Qaim a li rojavayê bajarê Enbarê ye.
Liser ziyanên encama vê êrîşê tu zanyarî nehatine weşandin.
Ev demek e grûbên dinav Heşda Şabî de, daxûyaniyan derbarê derketina Hêzên Amerikayê ji Iraqê didin.
C.B