Herêma Kurdistanê û Îranê 2 protokol îmze kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi danîna ala Kurdistan û Îranê, du protokolên pazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatin îmzekirin.

Peyamêrê K24ê li Tehranê ragihand, bi beşdariya şandeke Herêma Kurdistanê, îro Konferansa Aborî ya Cîhanê li Tehranê bi rê ve diçe û 24 welat di kenferansê de beşdar in.

Serokê Yekîtiya Hawirede û Hinardinên Kurdistanê Şêx Mistefa Ebdilrehman ji K24ê re ragihand, du protokol di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatin îmzekirin. Di protokolekê de hatiye, bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de berdewam dibe.

Herwiha Şêx Mistefa Ebdilrehman amaje bi wê jî kir, kar bê kirin bo nivîsgeha bazirganiya Îranê li Herêma Kurdistanê bê vekirin û herwiha nivîsgeha bazirganiya Herêma Kurdistanê jî li Îranê bê vekirin, bo pêwendiyên bazirganî berdewam û bihêztir bin û ti pirsgirêkek dernekeve.