Serok Barzanî bi dîwana Melayê Cizîrî peyama serxwebûnê da

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di 14'ê Îlonê de li Zaxo di şahiya piştgiriya referandûmê de ji Dîwana Melayê Cizîrî malikek xwend û wiha got; "Pişt nadin duhezar xencer û tîr û rim û xişt... Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye pişt û me pişta xwe daye hingo."
kurdistan24.net

 

K24 - Diyarbekir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di 14'ê Îlonê de li Zaxo di şahiya piştgiriya referandûmê de ji Dîwana Melayê Cizîrî malikek xwend û wiha got; "Pişt nadin duhezar xencer û tîr û rim û xişt... Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye pişt û me pişta xwe daye hingo."

Li çar aliyên Kurdistanê, bi coşeke mezin şahiyên piştgiriya referandûmê didomin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî şahî û çalakiyan dibe û peyamên girîng dide. Serokê Kurdistanê di şahiya li Zaxoyê de ji Dîwana Melayê Cizîrî ev malîk xwend û peyama serxwebûnê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li festival Zaxo de got: "Îşaretê bidin şe'reka zanayê mezin Melayê Cizîrî. Helbesteke dirêj e lê ez ê wî qismê dawiyê bixwînim. Dibê; 'Pişt nadin du hezar xencer û tîr û rim û xişt. Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye pişt' û me pişta xwe daye hingo "

Nivîskar û Lêkolînerê Cizîrî Abdullah Yaşin, li Medreseya Sor li ser gora Melayê Cizîrî peyama ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dîwana Melayê Cizîrî da; şîrove kir û wateya wê malikê wiha rave kir; "Em qeweta xwe ne ji şûr û rim û xenceran disitînin; di vê rêyê de em li serê xwe borî ne, êdî em paş ve venagerin."

Lêkolîner û nivîskar Abdullah Yaşîn ji K24ê re wiha ev malik şîrove kir: "Seydayê Melayê Cizîrî, di Dîwana xwe de wiha gotiye; 'Nadin duhezar xencer û tîr û rim û xişt. Me serî daniye rê û bi Xudê bestiye piş'." Cenabê Serok Barzanî li Zaxo bi vê malikê ji xelkê re dibêje; me hûn ji xwe re kirine pişt, hûn jî ji vê re hazir bin. Şîroveya vê ev e, ku du hezar xencer û tîr û rim û xişt hebin jî em natirsin, me pişta xwe daye Xudê û me serê xwe daye vê rêyê. Yan Kurdistan yan neman."

Ehlê tesewûfê Mela Ehmedê Cizîrî ango Melayê Cizîrî, li gorî salnameya Mîladî di salên 1570 û 1640'î de jiyaye. Mela; di malbateke oldar de mezin bûye û li Diyarbekir, Çewlik, Heskîf û Cizîrê melatiyê kiriye û heta dawiya jiyana xwe li Cizîrê maye.  Di wêjeya Kurdî de Dîwana Melayê Cizîrî, berhemeke şaheser e û îro jî di nav Kurdan de pir zêde tê xwendin.