Jineke Êzidî û 4 zarokan ve ji DAIŞê hatin rizgarkirin

Piştî 4 salan di nav DAIŞê de, jineke Kurd a Êzîdî bi 4 zarokên xwe re dikare bireve û bighêje deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Piştî 4 salan di nav DAIŞê de, jineke Kurd a Êzîdî bi 4 zarokên xwe re dikare bireve û bighêje deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Xezalê ku ji gundê Gir Ezêr ya Şingalê ye xwe ji K24ê re got, di sala 2014an de bi hevjîn û her 4 zarokên xwe ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û ta niha çarenvîsa hevjînê Xezalê ne diyar e.

Xezalê û zarokê xwe li cem DAIŞê rastî gelek zor û zilmê hatin, herwiha kurê wê yê 8 salî bo navenda perwerdeya çekên leşkerî hate şandin û keça wê ya tekane neçar dibû ku di perwerdeya olî de beşdar bibe.

Beriya 4 salan DAIŞ êrîşî Şingalê û hin navçeyên din yên Kurdistanê kir û bi hezaran Kurdên Êzdî jenosayd kirin. Piştî salekê ji dagîrkariyê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Şingal rizgar kirin û heya niha bêtirî 3 hezar Kurdên Êzidî ji destê DAIŞ hatine rizgarkirin.