Erdogan: Em Efrînê dixin dorpêçekê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, di çend rojên pêş de ewê dest bi dorpêçkirina Efrînê bikin, ji bo pêwendiya YPG û hikûmeta Sûriyê bê birîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, di çend rojên pêş de ewê dest bi dorpêçkirina Efrînê bikin, ji bo pêwendiya YPG û hikûmeta Sûriyê bê birîn.

Erdogan îro di kombûna heftane ya partiya xwe de axivî û got, di şerê Efrînê de heta niha 32 leşkerên wan canê xwe ji dest dane. Lê ew li ser operasyona xwe bibiryar in û dê di nav çend rojên bê de Efrînê dorpêç bikin.

Erdogan diyar kir jî, Armanca wan ji dorpêçkirina Efrînê ew e, riya alîkariyan û pêwendiya YPG û hikûmeta Sûriyê qut bikin û nikaribin ti rêkeftinan bikin.

Ev daxuaniya Erdogan ji piştî mehekê ji destpêkirina operasyona leşkerî ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” ya li dijî Efrînê tê, ku artêşa Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê bi riya bijayê û esmanî êrîşî ser gund û navçeyên Efrînê dike û hewla girtina wê dike.

Li gor fermandarên YPGê jî, tevî derbasbûna mehekê li ser êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, lê wan ti pêşketinên berçav nekirine.

Herwiha bi destpêkirina êrîşa li ser Efrînê re, Encûmena Cibicîkar a Efrînê bang li hikûmeta Sûriyê kir ku bi erkê xwe ya parastina Efrînê rabe, lê ta niha û li gor Peyvdarê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûd ti rêkeftin nehatiye kirin.

Her di wê derbarê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu ragihand, hêzên girêdayî rejîmê ne hîna neketine nav Efrînê û rejîm li ser pirsa Efrînê dudil e. tekez kir jî, heger rejîm ji bo parastina YPGê biçe Efrînê ti kes nikare leşkerên Tirkiyeyê rawestîne.

 

S. B