Tevgereke siyasî dixwaze aliyên Rojavayê Kurdistanê lihev bîne

Armanca serekî ya Tevgera Bizav ew e, ku partiyên Rojavayê Kurdistanê û xebata siyasî li wî parçeyê Kurdistanê bike yek û lihevkirinekê di nav hemû aliyan de pêk bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tevgera Bizav wek tevgereke siyasî nû li nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dest bi çalakiyan kiriye û li Ewropa çendîn civîn encam daye.

Armanca serekî ya Tevgera Bizav ew e, ku partiyên Rojavayê Kurdistanê û xebata siyasî li wî parçeyê Kurdistanê bike yek û lihevkirinekê di nav hemû aliyan de pêk bîne.

Berî niha Herêma Kurdistanê û bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî sê rêketin di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê û TEVDEMê de hatibûn îmzekirin, ku bi navên Hewlêr1, Hewlêr2 û Dihok1 de hatibûn encamdan, lê tevî hemû bizavan, naveroka wan rêketinana di warê piraktîkî de nehatin bicîkirin û bi taybet jî, xala pêkanîna hêzeke serbazî hevbeş ji YPGê û Pêşmergên Roj, di bin siya serkirdatiyeke hevbeş de, nehat bicîkirin û heya niha Pêşmergeyên Roj nekarîne li Rojavayê Kurdistanê vegerin.

N.O