ENKS û TEV-DEM: Hin welat naxwazin Kurd beşdarî çareseriya krîza Sûriyê bibin

Her du aliyên sereke li Rojava ENKS û TEV-DEM dibînin ku hin welatên herêmî û navdewletî ji bo berjewendiyên xwe naxwazin Kurd wek aliyekî serbixwe beşdarî wan kongreyan bibin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo
Gelek civîn û kongirên herêmî û navnetewî ji bo kirîza Sûriyê têne lidarxistin, lê tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wekî aliyekî siyasî ji bo wan kongreyan nayê vexwendin. Her du aliyên sereke li Rojava ENKS û TEV-DEM dibînin ku hin welatên herêmî û navdewletî ji bo berjewendiyên xwe naxwazin Kurd wek aliyekî serbixwe beşdarî wan kongreyan bibin.