Esed: Amerîka û Firensa û Birîtanya piştevaniya terorê dikin

Esed: Hebûna hêzên Amerîka û Birîtanî li Sûryê nerewa ye û Amerîka û Firensa û Birîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hişt ku kirîza Sûryê dirêj bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Sûryê Beşar Esed ragihand, ku tenê Artêşa Sûryê şerê terorê dike û ewê her bostekê ji axa welatê xwe vegerîne bin desthilata Şamê.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke Birîtanî, Beşar Esed diyar kir, aliyê sereke yê ku li Sûryê şerê terorê dike Artêşa Sûryê ye, ew jî bi piştevaniya Rûsya û Îranê.

Esed got jî: Hebûna hêzên Amerîka û Birîtanî li Sûryê nerewa ye û Amerîka û Firensa û Birîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hişt ku kirîza Sûryê dirêj bibe.

Esed tekez jî kir, ku di heyama kêmî salekê de, wê kirîza li Sûryê were çarekirin.

Derbarê hişyariyên Amerîka ji Artêşa Sûryê re, ku nabe êrîşî HSD bike, Esed got: Em gellek giringiyê nadin wan gef û daxuyaniyan û emê tevahiya xaka Sûryê vegerînin bin desthilata xwe, ji ber ku ev erkekî niştimanî Sûrî ye.

N.O