Şêniyê taxeke Diyarbekirê ji bo xaniyên xwe nîgeran in

Li Diyarbekirê, piştî navçeya Sûrê; niha jî li ser Taxa Fîskayayê nîqaşên îstîmlakirinê tên kirin. Şêniyên taxê niha di nav fikaran de ne û naxwazin taxa wan bê xirabkirin û mexdûr bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, piştî navçeya Sûrê; niha jî li ser Taxa Fîskayayê nîqaşên îstîmlakirinê tên kirin. Şêniyên taxê niha di nav fikaran de ne û naxwazin taxa wan bê xirabkirin û mexdûr bibin. Rayedarên dewletê jî amaje dikin, ku di çarçoveya Parka Xwezayî ya Geliyê Dîcleyê de dê ew tax were îstîmlakirin û dê yan bedelên xaniyên wan were dayîn yan jî li ciheke din ê bajêr dê xaniyekê bidin şêniyan.

Ev der Taxa Fîskayayê ya bi ser Navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê ve ye.  Tax; li aliyê bakûrê bajêr, li kêleka Bircên Diyarbekirê, Bexçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê cih digire.  Ev tax ji 800 xaniyan pêk tê û 5 hezar kes lê dijîn. Piraniya şêniyên vê derê ew kes in ku ji ber aloziyên li bakûr koç kirine. Lê wisa xuya dike ku dê careke din jî koçber bibin. Li gorî gotinên şêniyên taxê, ji beriya mehekê karmendên dewletê ji bo îstîmlaqkirinê dest bi xebatan kirine.

Taxa Fîskayayê ji aliyekê ve gund e ji aliyekê ve jî bajar e. Xaniyên li taxê fireh in, du qat in û ji 6-7 jûran pêk tên. Di hin xaniyan de 2 malbat dijîn.  Xaniyên wan bi sobeyên êzingan germ dibin, tenê heqê ceylan û avê didin. Wekî ku di apartmanan de heqê nobedar, gaza sîrûştî û esansoran nadin. Hin şênî hene ku di kirê de ne. Kirê ji 100 lîreyî dest pê dike û herî zêde heta 400 lîreyî diçe. Şênî di wê tirsê de ne ku bi xirabkirina xaniyan dê çandeke din jî were tekbirin.

Ji aliyê dewletê ve projeya Parka Xwezayî ya Geliyê Dîcleyê hatiye amadekirin û Xebatên vê projeyê ji Pira Deh Derî dest pê kiriye û dê heta dawiya Baxçeyên Hevselê biçe. Fîskaya jî dikeve ber projeyêyê. Şaniyên Fîskayayê amaje dikin ku tapûyên erdên wan hene û wan jî ji xwe re li ser erdên xwe xanî ava kirine. Ji aliyê dewletê ve jî xizmetguzariyên wekî av, ceylan û paqijiyê hatine kirin.  Daxwaza şêniyan ew e ku dewlet xaniyên wan xirab neke; heger xirab bike jî wan mexdûr neke.