Operasyona Tel Rifatê dest pê kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê ji bo cara yekem baregehên hikûmeta Sûriyê û YPGê li Til Rifatê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Tirkiyê ji bo cara yekem baregehên hikûmeta Sûriyê û YPGê li Til Rifatê bombebaran kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê firokeyên şerî yên Tirkiyê duh şev li dijî bingehên YPGê yên li Til Rifatê operasyoneke asmanî kirine. Îro jî hejmarek leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ber bi Til Rifatê operasyon dane destpêkirin.

Medyayîn opozîsyona Sûriyê li ser zarê serkirdeyekî leşkerî yê Feyleqa Sêyemîn bi navê Ramî Ebû Behcet belav kirin, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rêjîma Sûriyê li gundên Um Hoş, Ehres û Wehşiyê yên nêzîkî Til Rifatê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona piştî êrîşa 2 mehan roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn, berî çend rojan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, ewê piştî Efrînê biçin Til Rifatê.

Bajarokê Til Rifatê bi 25 K.M li rojavayê Efrînê dikeve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di meha Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozîsyonê kontrol kiribû.

 

S. B