Hollanda ji hevwelatiyên xwe re: Neçin Tirkiyê!

Hikûmeta Hollanda, hewelatiyên xwe yên diçin geşta Tirkiyê hişyar kir û got: dibe ku hûn werin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Hollanda, hewelatiyên xwe yên diçin geşta Tirkiyê hişyar kir û got: dibe ku hûn werin girtin.

Piştî hîkûmeta Almanya, Hikûmeta Hollande jî, bi daxûyaniyekê hevwelatiyên xwe yên ku dixwazin biçin Tirkiyê geştê bikin, hişyar kir.

Wezareta Derve ya Hollanda da zanîn: Pişti ku Erdogan sistema Tirkiyê guhartiye, welatiyên wan di serdanên xwe yên Tirkiyê de, bi reftarên xerab re rûbirû dimînin.

Wezaret dibêje: Welatiyên ku di torên komeleyatî de Tirkiyê, ala Tirkiyê, pereyê Tirkiyê û Erdogan rexne kirin e,  an dê werin dersînor kirin, an jî, tên girtin.

Wezaret dîyar dike: Biryara polisên Tirkiyê heye, ku mobaîl, komputêr û teknîkên din werin desteser kirin û kontrol kirin.

 

 

C.B