Amerîka: Rûsya û Sûriye cihê êrîşa kîmawî pak dikin

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Rûsya û Sûriye hewl didin cihê êrîşa kîmawî lê hatiye kirin pak dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, Rûsya û Sûriye hewl didin cihê êrîşa kîmawî lê hatiye kirin pak dikin.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di konferaseke rojnamevanî de ragihand, zanyariyên wan hene ku berpirsên Rûsî û yên rêjîma Sûriyê bi hev re kar dikin ji bo nîşaneyên çekê kîmawî li Dûmayê pak bikin.

Herwiha got jî, Rûsya û Sûriyê gihîştina lêkolînerên navdewletî ji bo wê deverê jî dereng dixin, ev yek jî dê karê lêkolîneran dijwar bike, ji bo wergirtina belge û encamên bikaranîna çekê kîmawî.

Roja 7ê Nîsanê bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bi çekê kîmawî hat bombebarankirin, Amerîka û Brîtanya û Fransayê jî rêjîmê bi êrîşa kîmawî tomebar dikin ku di encamê de zêdetir ji 60 welatiyên sivîl hatibûn kuştin.

Wek bersivekê li ser êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Dûmayê, 14/4/2018an her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytext û derdora wê bordûman kirin.

 

S . B