Zanayekî Kurd 3 xelatên nevdewletî werdigire

Sê rêxistinên cîhanî îro li bajarê Taranê paytexta Îranê sê xelatên navdewletî pêşkêşî mamosteyê navdar ê wêjeyê û dîroknivîsê Kurd Mihemed Elî Qeredaxî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê rêxistinên cîhanî îro li bajarê Taranê paytexta Îranê sê xelatên navdewletî pêşkêşî mamosteyê navdar ê wêjeyê û dîroknivîsê Kurd Mihemed Elî Qeredaxî dikin.

Nivîskarê Kurd Mihemed Elî Qeredaxî ku ji bajarê Silêmaniyê ye û endamê akademiyaya Kurdistanê ye ji aliyê rêxistinên UNESCO, ISESCO û Farabî ve tê xelatkirin, wek baştirîn lêkolîner di cîhanê de ye di warê nivîsîna bi Kurdî de.

Nivîskar Mihemed Elî Qeredaxî bêhtir ji 65 pirtûk û 500 lêkolîn li Kurdistan, Iraq û cîhanê belav kiriye, çendîn sal e jî li Bexdayê xwendekarê mamoste û zanayê Kurd ê mezin Mela Ebdilkerîm Muderis bûye û di lêkolînên Muderis de jî alîkar bûye.