Seadet Partî: Emê pirsa Kurdî di çarçoveya biratiyê de çare bikin

Seadet Partî: Li Sûryê, Iraq û Îranê jî Kurd dijîn û ew jî li wan welatan bi hin kêşeyan re rûbirû dimînin, divê li wan welatan jî li gel nûnerên Kurdan bizavên çareseriyê bin kirin

K24 - Enqere

Di amadekariyên hilbijartinên pêşwext yên Perleman û Serokatiya Tirkiyê de, ku biryar e 24ê Hizêranê bên kirin, Partiya Seadetê bi daxuyaniyên xwe yên derbarê doza Kurdî dixwaze dengê Kurdan bidest bixîne.

Berbijarê Serokatiyê yê Partiya Seadetê Temel Karamolaoglu ragihand ku wan derbarê mesela Kurdî, raporek amade kiriye û di rojên pêş de, ewê li Diyarbekirê de civîneke berfireh de eşkere bikin.

Karamolaogu derbarê naveroka raportê te agahî nedan, tenê got ew piştgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin.

Ev bizava Karamollaoglu di piroseya hilbijartinê de, rê li ber gotûbêjkirina meseleya Kurdî vekir. Derbarê wê mijarê berpirsên Partiya Seadetê pirsên Kurdistan24ê bersivandin û diyar kirin ku ewê mesela Kurdî di çarçoveya wekhevî û biratiyê de çere bikin.

Li ser heman pirsê jî, cîgirê serokê giştî yê berpirsê pêwendiyên gel û saziyên sivîl di heman partiyê de Birol Aydin got: Ev erdnîgarî çarenivîsa me ye. Em li ser vê erdnîgariyê dijîn û heman kêşe û êşan dikişînin.  Li welatê me birayên me yên Kurd hertim bi pirsgirêkan re rûbirû mane. Ji bo ku ev kêşe bên çarekirin û daxwazên wan pêk bên, emê hin nerînan pêşinyar bikin. Em wek Patiya Seadetê bizavan dikin ku 81 milyon kes bi awayekî kêfxweş û rehet bihevre bijîn.

Bîrol Aydin diyar kir ku ewê bixweşî û bi aramiyê kêşeya Kurdî çare bikin.

Li gel vê yekê cîgirê serokê din yê partiyê Atîk Akdag jî diyar kir ku pêwîst e Kurdên derveyî Tirkiyê dijîn jî beşdarî piroseya çareseriyê bibin û got: Ji bilî Kurdên Tirkiyê, li Sûryê, Iraq û Îranê jî Kurd dijîn û ew jî li wan welatan bi hin kêşeyan re rûbirû dimînin. Heger hûn bixwazin vê pirsgirêkê çare bikin, dive ji bo çareseriyê rêbazekê peyda bikin ku ji bo yên din jî bibe mînak. Li gorî me, dive nûnerên Kurdan ên wan welatan jî di bizavên çareseriyê de cih bigirin û nerînên xwe bidin xuyakirin. Em tiştekî wisa pilan dikin. Ji ber ku çarenivîsa me yek e, em li heman cografiyê dijîn, û hêvî û metirsiyên me jî wek hev in.

N.O