Artêşa Tirkiyê: Li Qendîlê 35 çekdarên PKKê hatin kuştin

Erdogan: Firokeyên cengî yên Tirkiyê, civîneke Partiya Karkirên Kurdistanê li navçeya Qendîlê bordûman kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragihand, ku "Di encama bordûmana firokeyan li ser Qendîlê, (35) çekdarî Partiya Karkirên Kurdistan (PKK) hatin kuştin".

Herwiha Artêşa Tirkiyê li ser Twitterê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, ku "Îna derbasbûyî, (35) çekdarî PKK hatin kuştin".

Roja Şemiyê jî, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku firokeyên cengî yên Tirkiyê, civîneke Partiya Karkirên Kurdistanê li navçeya Qendîlê bordûman kirin.

Erdogan diyar kir, ku "Guman heye serkirdeyên PKKê jî ketibin ber wê bordûmanê de".

Ji destpêka Adara derbasbûyî ve, firokeyên Tirkiyê bi tundî navçeyên sînorî yên Qendîlê bordûman dikin.

Ji aliyê xwe ve, heya niha PKK ti zanyarî li ser ziyanên canî û maldî yên wê bordûmananê nedaye.

Hevdem serok û serokwezîrê Tirkiyê û wezîrê derve, bi awayekî berdewam gefa encamdana êrîşeke berfireh li dijî Qendîlê dikin, eger Hikûmeta Iraqê hêzên PKKê ji navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê dernexe.

N.O