Serok Barzanî gihîşt Bexdayê

Berî bîstekê Serok Barzanî gihîşt Bexdayê û li firokxaneya Bexdayê ji aliyê Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek berpirsên aliyên siyasî yên Iraqê ve pêşwazî lê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî bîstekê Serok Barzanî gihîşt Bexdayê û li firokxaneya Bexdayê ji aliyê Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek berpirsên aliyên siyasî yên Iraqê ve pêşwazî lê hate kirin.

Îro Serok Barzanî bi serokatiya şandekê di riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re ber bi Bexdayê ve birê ket.

Biryar e Serok Barzanî di vê serdanê de ligel berpirsên pilebilind ên aliyên siyasî yên Iraqê bicive û guftûgoyan derbarê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, asayîkirina rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de bike.