Çawîşoglû: Pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka li ber herifînê ne

Çawîşoglû: Di operasyona Şaxê Zeytûnê de, em şerê her yek ji DAIŞ, Bereya Nusra û YPGê dikin û nabe cudahî di navbera terorîstan de bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ji Amerîka xwest ku sozên xwe bicî bike, heger na wê pêwendiyên herdu welatan ber bi ketinê ve biçin.

Mewlûd Çawîşoglû li Rûsya ragihand, ku welatê wî çendîn caran hişyarî daye Amerîka ku sozên xwe bicî bike, bi taybet derbarê radestkirina Gulen û rawestandina şandina çekan ji YPGê re û got: "Gelê Tirkiyê helwesteke nerênî ji Amerîka girtiye, ji ber ku ew welat berdewam derewan dike û sozên xwe bicî nake, ji ber vê yekê pêwendiyên me bi wî welatî re li ber ketinê ne, me ji berpirsên Amerîkî re gotiye, heger hûn pêbendî gotinên xwe nebin, em nema karin li bendî we bimînin û pêwîst nake ku pêwendî di nav me de hebin".

Çawîşoglû diyar kir, ku Amerîka çekan radestî YPGê dike, ew jî wan çekan li dijî welatiyên Tirkiyê yên sivîl bikar tînin.

Derbarê operasyona (Şaxê Zeytûnê) wezîrê derve yê Tirkiyê got: "Ti pêwendiya wê operasyonê bi piroseya aştiyê re, ya ku niha li Sûryê tê meşandin, tine ye, ji ber ku lihevhatina li Sûryê, terorîstan li xwe nagire û berûvajî tiştê ku tê ragihandin, armanca operasyona Şaxê Zeytûnê piştevanîkirina piroseya danûstandinê ye, ji ber ku em axa Sûryê ji terorîstan paqij dikin".

Herwiha got jî: "Di operasyona Şaxê Zeytûnê de, em şerê her yek ji DAIŞ, Bereya Nusra û YPGê dikin û nabe cudahî di navbera terorîstan de bê kirin".  

N.O