“Polîsa Almanî nameya çalakvanên Efrînê digihîne konsolxaneya Tikiyê”

Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê îro di roja pênçemîn de bidawî dibe û biryar çalakvan ligel pêlîsa Almanî nameya kamîpînê bigihînin konsolê Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê îro di roja pênçemîn de bidawî dibe û biryar çalakvan ligel pêlîsa Almanî nameya kamîpînê bigihînin konsolê Tirkiyê.

Çalakvanên Efrînê û yên deverên din ên Rojavayê Kurdistanê li dijî kiryarên revandin, dizî û talanê yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin, ji roja 16ê vê mehê ve kampîneke greva birçîbûnê ya bi navê “Em dimirin bo Efrîn bijî” li pêş konsolxaneya Tirkiyê ya li bajarê Koln a Almanyayê birê xistine, biryar e îro jî demjimêr 16:00 bidaw bibe.

Çalakvan Almas Xelîl ku yek ji kesên ji 5 rojan ve di greva birîçîbûnê de ye ji K24ê re ragihand, ew di roja pêncemîn de bi moraleke bilind çalakiya berdewam dikin û bi dehan kesayetî û rêxistinên civaka sivîl û hin partiyên Kurdistanî û Almanî jî ji bo piştevanîkirinê serdana wan kirine.

Almas Xelîl da zanîn, ev 5 roj in console Tirkiyê red dike nameya kampîna greva birçîbûnê werbigire, lê biryar e îro ew ligel polîsa Almanî derbasî nava konsolxaneyê bibin û nameya xwe radestî konsolxaneyê bikin.

Kampîna “Em dimirin bo Efrîn bijî” ku ji roja 16ê Cotmehê ve li bajarê Kolnê dest pê kiriye, nameyekê ji bo konsolxanya Tirkiyê amade kirine, tê de hatiye, “Efrîn bûye qurbaniya lihevkirina hêzên navdewletî û herêmî û hevrêziya di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê û Îranê de. Li ser hesabê milyonek welatiyên sivîl, Tirkiyê dest bi operasyona “Şaxa Zeytûnê” kir, di encamê de bi sedan welatî şehîd û birîndar, bi sed hezaran welatî derbider bûn û bi hezaran jî welatî hatin girtin û dibistan, cihên dîrokî, mizgeft û jêrxaneya bajêr hatin rûxandin.

Herwiha di nameyê de hat, “Hêzên Tirkiyê li Efrînê hemû nirxên azadî, perensîpên dadweriyê, parastina ewlehî û aramiyê û mafên mirovan binpê dikin û ev binpêkirin ji hemû cîhanê ve têne xuyakirin û li pêş di çavên civaka navdewlet dibin.”

S. B