Peyva Kurdistan li Parlementoya Tirkiye dibe egera aloziyan

Di parlamentoya Tirkiyê de nîqaşên liser bikaranîna peyva Kurdistanê zêdetir dibin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Di parlamentoya Tirkiyê de nîqaşên liser bikaranîna peyva Kurdistanê zêdetir dibe. Parlamenterên Nijadperest ên AK Partî û MHP dibêjin, deverek wek Kurdistan li Tirkiyê nîn e û bikaranîna vê peyvê tê wateya parçekirina axa Tirkiyê.

Parlamenterên HDPê rexne li gotinên van parlamenteran digrin ku, di kûrahiya dîrokê de peyva Kurdistanê bo diyarkirina axa Kurdan heye û damezrênerê Tirkiyê Mustefa Kemal jî, di gelek deveran de peyva Kurdistanê bikaraniye.

Ayhan Bîlgen - parlamenterê HDP diyar dike:

"… Sala par, Serokê berê yê Parlamentoyê, pirtûka orjînal a Mustefa Kemal da me. Bi zimanê Osmanî û destnivîsê. Di wê pirtûkê de Kurdistan heye. Di dema Meclîsa Yekem de ligel navên parlamenteran de wek nasnava wan Kurdistan heye. Nabe hûn vê bikin tirsa parçebûnê. Liser vê erdnîgariyê ev milet heye û navê axa wan jî wek Erdogan gotiye - Kurdistan e. Di navê gul û giyayan de heye. Her redkirina ziman, çand û dîrokê tenê deriyê pevçûnê vedike. Divê Tirkiye bi hemû pêkhateyan re lihev were û rê nede parçebûn û pevçûnan."

Bi pêşnîyara parlamenterên AK Partî û MHP bikaranîna peyva Kurdistanê di parlamentoya Tirkiyê de hatibû qedexekirin û parlamenterên vê peyvê bikabînin bi sizaya dayîna 10 hezar lîre tên sizadan.

Fatma Kurtulan - parlamentera HDP tîne ziman:

…. Niha ez bêjim Kurdistan hunê dîsa nerazîbûn nîşan bidin. Niha partiyeke li herêmê bi navê Partiya Azadiya Kurdistanê heye û li gor yasayan hatiye damezrandin. Eger parlamenterek wê partiyê hebiya, dê binavê Partiya Azadiya Kurdistanê bang lê hatiba kirin. Ev siyaseta we ya kor Tirkiye xistiye tengaviyeke mezin û her roj ciwanên me tên kuştin. Ev parlamento ne kampeke dîlan e, HDP jî ne dîlê we ye. Divê herkes bikaribe nêrîna xwe li vê derê aşkera bêje. Em dê aştî û dadweriyê bînen vê derê."

Li gor yasayên Tirkiyê peyva Kurdistan qedexe nîn e ku navê 3 partiyên siyasî bi Kurdistan hatine damezrandin. Lê dîsa jî lê pêş hemû civaka Tirkiyê bikaranîna vê peyvê hin parlamenterên AK Partî, MHP û IYI partî qebûl nakin.

Parlamenterê berê Osman Baydemîr, derbarê nîqaşên liser peyva Kurdistanê de dilê xwe nîşan da bû.

 

 

C.B